Li Parlemeta Ewropayê 19. Konferansa Kurd ya Navnetewî hat lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirha li konferansê bal kişande li ser banga Rêber Apo û çareseriya pirgirêka Kurd.
Ji parêzerên Rêber Apo Mazlûm Dînç jî xwest Tirkiye di mijara mafê hêviyê de gav bavêje.
Konferans bi navê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan di konferansê de axivî û bal kişande li ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo.
Tûncer Bakirhan: Pirsgirêka Kurd bûye navneteweyî divê çareser bibe
Bakirhan diyar kir êdî pirsgirêka Kurd buye pirsgirêkeke navnetewî û divê bê çareserkirin û got; “Çareseriya pirsgirêka Kurd wê gelek firsendan bi xwe re bîne.”
Mazlûm Dînç: Tirkiye 11 sal in ji bo mafê hêviyê gavê navêje
Ji parêzerên Rêber Apo Mazlûm Dînç jî di konferansê de bal kişande ser Mafê Hêviyê û pêvajoya aştiyê.
Mazlûm Dînç diyar kir dewleta Tirk di mijara mafê hêviyê de 11 sal in gav navêje.



