Bi dirûşma “Hevgirtina jinên Sûriyeyê, bingeha rawestandina qirkirina li ser jinan a li peravên Sûriyeyê ye” Platforma Çalakiyên Hevbeş û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek li dar xist.
Platforma Çalakiyên Hevbeş û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek li Parka Mişwar a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.
Bi dehan nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî, hiqûqî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd di komxebatê de amade bûn.
Di komxebatê de li ser mijarên “Komkujiyên li ser jinan çêdibin” û “Helwesta jinan a li hemberî danezana destûra Sûriyê” nîqaş hatin kirin.
Piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sebah Şabo got Sûriye dê bi nêrîn û mêjiyê jinan were avakirin û wiha dewam kir:
“Piştî guhertinên ku pêk hatin û hebûna kesên destên wan di xwînrijandina jinên Sûriyeyê di hikumeta demkî ya nû de xeter û metirsî çêbû.
Komkujiya li peravên Sûriyê pêk tê dîrok xwe dubare dike lewma îro em wek jin hevgirtina xwe ava dikin da ku em rê li ber van komkujiyan bigirin.
Banga me ji tevahî jinên Sûriyê re ku bi yekitî û hevgirtina jinan ji bo ku em rê li ber van komkujiyan bigirin.
Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku di vê pêvajoyê de xwedî li civaka peravê Sûriyeyê derket û alîkarî pêşkêş kir.”
Paşê mijara yekem a bi sernavê “Komkujiyên li ser jinan pêk tên” ji aliyê endama Kombûna Jinên Zenûbiya Şehrezad Casim ve hat birêvebirin. Şehrezad wiha got: “Vê komxebatê ne tenê ji bo em behsa komkujiyan bikin me li dar xist.
Em tekez dikin ku rastî berpirsyariya me ye û bêdengî şerm e, hevgirtina jinan wê bersiva kiryarên tunekirinê be.
Tiştên ku duh li Efrîn, Şengal, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat îro li peravên Sûriyê pêk tên.
Têkoşîna ji bo wekhevî û edaletê nayê perçekirin, lewma îro em van komkujiyan qebûl nakin û banga hevgirtina jinan dikin.”
Dûre 3 jinên ji peravên Sûriyê bi rêya WhatsAppê beşdarî komxebatê bûn û banga alîkariyê ji bo şêniyên li peravên Sûriyê kir û got:
“Çi qas zor û zehmet e jin bi çavên xwe kuştina zarok, xwişk û birayên xwe bibîne.
Ev kesên ku komkuji pêk tînin Tirk in. Jin dê çawa jiyana xwe berdewam bikin piştî hovîtiya ku bi çavên xwe dîtin.
Tu ol û bawerî van kiryaran qebûl nake, em û hemû jinên Sûriyeyê nikarin di bin pergal û bîrdoziyeke wiha de bijîn.
Di demeke ku hêviya me bi jiyana azad a li ser axa me heye de, em rastî komkujiyan di bin navê ola îslamê de hatin.
Niha xelkên ku li peravên Sûriyê dijîn û ji komkujiyan xelas bûn ji birçîna dimirin.
Niha siyaseta birçîhiştinê didin meşandin em banga alîkariyê dikin.
Eger mirovahî hebe divê her kes bi wijdan be û bibe alîkar.”
Mijara duyamîn bi sernavê “Helwesta jinan li hemberî danezana destûra Sûriyeyê” ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Emîna Omer ve hat birêvebirin û wiha axivî:
“Piştî 54 salan îlankirina destûrê rê li ber gelek komkujiyan vekir.
Îlankirina destûra Sûriyeyê metirsî û xeterê li ser gelê Sûriyeyê çêkiriye ji ber ku destûr ne bi nêrîna gel hat nivîsandin û mafên gelan neparast.
Ev destûr nasnameya rengîn a xelkên Sûriyeyê red dike.
Di destûrê de navê komara Ereb a Sûriyê nehat guhertin û ev nerazîbûn ji aliyê pêkhateyan derxist holê ji ber ku li Sûriyê ne tenê Ereb hene, Kurd, Ermen, Suryan, Elewî hene, lewma ev destûr ne bi rengekî qanûnî û edalet hatiye çêkirin.
Komkujiyên ku îro li peravên Sûriyê pêk tên û bêdengî û nelîstina rola hikûmeta demkî li hemberî van komkujiyan nayê qebûlkirin.
Di destûrê de weheviya jin û mêr tune ye û rola jinan hatiye redkirin.
Em weke jin evqas sal e tê dikoşin û berxwedanê didin meşandin, bang dikin ku destûreke nû ji Sûriyê were amadekirin ku ne navendî be û mafên her pêkhateyê tê de were parastin.”
Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû. Xalên sereke yên di encamnameyê de cih girtin wiha ne:
*Damezirandina komîteyên lêkolîn û çavdêriyê yên navdewletî yên serbixwe ji bo belgekirina hemû binpêkirin û komkujiyên ku li ser jin û zarokan li peravên Sûriyê tê kirin û li gorî pîvanên zagonên navdewletî û berpirsên wê divê ji dadgehê re were şandin .
*Bicihanîna biryara 2254’an a Konseya Ewlehiyê ya ji bo pêkanîna agirbestê û pêkanîna rola jinan di qada siyasî û hemû qadên din de.
*Divê zexteke navneteweyî li ser biryara 1325’an Konseya Ewlehiyê ya ji bo parastina mafên jinan hebe.
*Destûra ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hat ragihandin divê were sekinandin û guhertin û destûreke nû ya ku mafên jinan û pêkhateyan tê de tê parastin, were nivîsandin.
*Avakirina yekitiyê û hevgirtina jinên Sûriyeyê ku bi vê yekitiyê jin bikarin rêveberiya vê pêvajoyê bikin û mafên xwe biparêzin.
*Divê mafên hemû pêkhateyan werin parastin di bin sîwana zagoneke neteweyî de ji ku rê li ber hemû kiryar û siyasetên qirkirinê were girtin.
*Pergala Rêveberiya Xweser mînaka hevgirtin û jiyana hevbeş a di nava pêkahteyan de ye û tecrubeyek çareserî û avakirinê bi xwe re tîne.



