Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Hefteya Lehengiyê pîroz kir.
Federasyonê diyar kir ku dê têkoşîn û berxwedana gelan bi ruhê Mazlûman û Egîdan teqez bi ser keve.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Têkoşîna Mazlûman a li Zindana Amedê û Pêngava 15’ê Tebaxê ya di pêşengiya fermandar Egîd de ye.
Wan lehengên Apoyî bi berxwedana xwe gelê Kurd ji xewa, giran şiyar kirin.
Bi têkoşîn û berxwedana lehengên Apoyî êdî dagirker jî neçar man, hebûna gelê Kurd qebûl bikin.”
Federasyonê diyar kir ku hefteya qehremaniyê bi têkoşîna Rêber Apo pêşengiya wê dike ji bo tevahî gelên bi hesreta azadiyê ne, bûye rêûresmeke pîroz a berxwedanê û wiha domand:
“Gelê Kurd ê şîara “Berxwedan Jiyan e” ya hevrê Mazlûm Dogan ji xwe re kir bingehê têkoşînê, bi xwe re gelên din jî şiyar kir.
Îro eger awir û çavên hemû mirovatiyê bi heyraniyeke mezin li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ev bi saya berxwedan û mîrasa Mazlûm û Egîdan e.
Weke gaziyên şer ji bo di vê rêya şeref û rûmetê de me ji bedena xwe parçe dane, em pir serbilind in.
Wê têkoşîn û berxwedana gelan bi ruhê Mazlûman û Egîdan teqez bi ser keve.
Bi Rêbertiya azad em ê cîhaneke herî azad, bedew û wekhev ava bikin. “



