Di operasyoneke hevbeş a TOL’ê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, li gundekî Şedadê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin û miqdareke çek hat desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyona Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê daxuyaniyek weşand.
QSD’ê diyar kir ku operasyona bi armanca giritna çeteyekî DAIŞ’ê duh (Pêncşem) bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundê Tiwêmin ê girêdayî bajarê Şedadê yê başûrê Hesekê hat lidarxistin.
Li gorî daxuxyaniyê; operasyon piştî komkirina agahiyan li ser tevger û çalakiyên çeteyê bi navê Zahir Ek Keydî El Feyan (Ebû Xazî) hate destpêkirin. Hate gotin, hêzên operasyonê avêtin ser cihê çete û wî girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çete “El Zahir” ku endamekî çalak ê DAIŞ’ê ye, di revandina çeteyan, bi taybetî jinên DAIŞ’î yên biyanî ji kampa Holê de kar dikir.
Li gorî daxuyaniyê, di dema girtina çete de ev çek hatin desteserkirin:
2 kalaşînkov, 10 cercûrên kalaşînkov û dûrbîneke leşkerî.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Hêzên me teqez dikin ku operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li dijî rêxistina terorîst bidomînin ta jêdera terorê têk bibin û ewlehiya herêmê mîsoger bikin.”



