Kampanya Azadî eşkere kir ku rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî xirab e û got: “Rayedarên zindanê rê nadin ku biçe derve bê dermankirin.”
Hate ragihandin ku rewşa Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evîn tê girtin xirab e, rê nayê dayîn ku bê dermankirin.
Her wiha hate diyarkirin ku Werîşe bi nexweşiya çerm û mile wê diêşin ketiye û got: “Rayedarên zindanê rê nadin ku ji derve bên dermankirin.”
Werîşe Mûradî 1’ê Adara 2023’an li Sine hate binçavkirin.
Cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Li Munîhê ê Elmanyayê biryara darvekirinê ya li ser Werîşe Mûradî hat şermezarkirin
Her wiha li bajarê Munîh ê Elmanyayê cezayên darvekirinê yên li aktîvîsta Kurd Werîşe Mûradî û hevrêyên wê hatî birîn, hatin şermezarkirin
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, û “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin berzkirin.
Her wiha di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hate xwendin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo şermezarkirina biryarên darvekirinê, kampanyaya “Ji Werîşe Muradî re azadî” hatibû destpêkirin.



