Operasyonên qirkirina siyasî li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê dewam dikin.
Ji bo rakirina parêzbendiyê derbarê 11 parlamenterên ku di nav wan de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî hene, bi giştî 13 fezlekeyên nû pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Her wiha li Wanê êşkence li girtiyan hate kirin û li Stenbolê jî hejmara kesên hatine girtin gihaşt 263’an.
Her ku diçe zextên li ser siyasetmedar, parêzer, çalakvan û rojnemevanan li Tirkiyê zêde dibe.
Derbarê 11 parlamenteran de ji bo rakirina parêzbendiyê 13 fezlekeyên nû pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Di nava van kesan de jî, Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Alîkarê Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir û Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik hene.
Fezlekeyên ku ji aliyê Serokkomariyê ve hatin şandin, radestî Komisyona Têkel a ku ji endamên Komisyona Edaletê û Destûra Bingehîn pêk tê, hatin kirin.
Derbarê Cemal Engînyurt û derbarê Salîha Aydenîz de jî 2 fezleke hatin şandin.
Li Stenbolê hejmara kesên hatin girtin derket 263’an
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, 134 kesên ku bi hinceta “Di navbera 19-23’ê Adarê de li gorî biryara qedexekirinê ya Walîtiya Stenbolê tevnegeriyane” hatibûn binçavkirin, ji midûriyeta polîsan birin edliyeyê.
Ji 134 kesên ku li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeya wan hat girtin 73 kes bi daxwaza girtinê û 61 kes jî ji bo kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin.
Dadgehê biryara girtina 53 kesan da û ji bo 18 kesan jî biryara “ji malê dernekevin” da.
Her wiha 63 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Bi van girtiyên dawî re hejmara kesên hatin girtin derket 263’yan.
Li Wanê êşkence li girtiyan hate kirin
Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran, Nûneriya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî,
Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrg û Parlamentera Wanê Gulderen Varli têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê rapora ku amade kirine, eşkere kirin.
Parêzerê OHD’î Cevat Yilmaz di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku girtî li erdê hatine dirêjkirin û hatine derbkirin û got:
Bûyer 9’ê Adarê di saetên nîvro de qewimî.
Gardiyan girtî li erdê dirêj dikin û bi lingên xwe pişta wî diperçiqînin.
Derbarê girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê ji ber ku li dijî êşkence û sirgûnan rabûne, lêpirsîn hate destpêkirin.
Yilmaz wiha got:
Girtiyan gotin ku gelek caran li hucreyên girtiyan lêgerîn tê kirin.
Di çarçoveya prensîbên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî de, divê sazî li hemberî vê êşkenceyê tavilê bikevin nava tevgerê.


