Li Perava Sûriyê di encama êrişên li dijî elewiyan de bi hezaran kes hatin kuştin û neçar man ku ji herêmên lê dijîn koçber bibin.
Rêveberiya Xweser jî bi rêya Heyva Sor a Kurd pêngavek ji bo alîkariya bi gelê elewî re da destpêkirin.
Endama Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl ku beşdarî Pêngavê bû diyar kir ku ji bo bersivdayîna banga gelê li Perava Sûriyê tevgeriyane û got:
“Em wekî karwaneke mezin derketin rê.
Dema ku em gihîştin wir, me dest bi gihandina alîkariyan ji bo gel kir.
Gelê li wir pir baş nêzî me bû. Çûna me ji bo wan hêviyek bû.”
Şêrîn Xelîl çavdêriyên xwe yên 6 rojan parve kir û da zanîn ku gel bi baweriya bi Rêveberiya Xweser re dest bi vegera malên xwe kir.
Her wiha Şêrîn Xelîl anî ziman ku elewî û komên baweriyên din bi hêviyeke mezin li Rêveberiya Xweser dinerin û got:
“Gelek daxwaz û peyamên welatiyên elewî hebûn.
Dixwestin ku em tevger û dîsîplîna xwe bi wan re parve bikin û wan hîn bikin.”



