Li rojhilatê Ukrayna di encama êrişa hewayî ya Rûsya 4 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.
Waliyê herêma Dnipropetrovsk a rojhilatê Ukrayna, Sergey Lysak daxuyaniyek der barê êrişên hewayî yê Rûsya li ser ‘Telegram’ weşand.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsya derengiya şevê zêdetirî 24 dron avêtin bajarê Dnipro.
Hate diyarkirin ku di encama êrişê de 4 kes hatin kuştin, 19 kes jî birîndar bûn.
Gelek avahî jî bi zerar bûn û şewat li 12 malan derket.
Şewat garac û stasyonên sotemeniyê jî da ber xwe.
Her wiha Sergey destnîşan kir ku ekîpên rizgariyê şewatên li otel û xwaringehekê kontrol kirin.
Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ji bo li Ukrayna hilbijartineke ‘demokratîk’ a serokkomariyê bê lidarxistin û piştre bi rayedarên nû re peymaneke aştiyê were muzakerekirin.
Pêşniyara ‘rêveberiyeke demkî’ ya di bin sîwana NY’yê de kiribû.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky pêşniyar red kir û got:
“Armanc jê dirêjkirina dema şer e.”



