Li hin beşên Girtîgeha Navendî ya Edra ya li gundewarên Şamê hewldana îsyanê çêbûye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê diyar kir ku li derdora Girtîgeha Navendî ya Edra dengekî zêde ya guleyan hatiye bihîstin.
Heta van kêliyan sedema wê nehatiye zanîn.
Li gorî agahiyên SOHR’ê yên ku nehatine piştrastkirin.
Hin girtiyan hewl daye ji girtîgehê birevin an jî gule ji derve ve hatiye avêtin.
Di girtîgehê de nêzî 2 hezar girtî yên ku ji leşker û serbazên rejîma Baas yên ji Iraqê vegeriyane pêk tên, hene.
SOHR’ê destnîşan kir ku pêwîst e aqûbeta zêdetirî 8 hezar girtiyên di girtîgehên Edra, Hema û Harim de were aşkerakirin.
Zêdetirî 100 roj di ser girtina van kesan re derbas bûye û binpêkirinên weke êşkence û kuştinê zêde dibin.



