Di 10’ê Adara 2025 an de MÎT ji bo êrîşên siberojê hêjmarek zêde çeteyên DAIŞ’ê ji Antakya derbasî Parêzgeha Ninowa û Anbarê yên Iraqê kirin.
Ev yek piştî kuştina serçeteyên payebilind Ebdullah Makki Muslih el Rifaî ku bi navê Ebû Xedîce tê naskirin eşkere bû.
Li gor agahiyên piştrastkirî ku wek Lekolin.org girtiye, îstixbarata Tirkiyê MÎT’ê 13 çeteyên DAIŞê yên pispor ji kampa li nêzî Antakya’yê derbasî Iraqê kir û bi taybet li herêma Şengalê wezîfedar kir.
MÎT a Tirk hewlên zindîkirina DAIŞ’ê dike.
Li gor agahiyên lêkolîn.org bidestxistiye MÎT’ê di 10’ê Adara 2025’an de hejmarek zêde çeteyên DAIŞ’ê ji Antakya derbasî Parêzgeha Nînowa û Anbarê kirine.
Ev yek piştî kuştina serçeteyê payebilind Ebdullah Makki Muslih el Rifaî ku bi navê Ebû Xedîce tê naskirin eşkere bû.
Ew kes di êrîşa hewayî ya Amerîkayê de li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Iraqê hatibû kuştin.
Navên Çeteyên ji aliyê MIT ê ve ji Kampa Antakya derbasî xaka Iraqê hatîne kirin lêkolîn.org di malpera xwe de parve kir.
Her wekî navên Çeteyên Li Şengal û Gundewarên wê bi MÎT ê re dixebitin jî bi hemû hurgiliyên xwe di malperê de cih digire.
MÎT di organîzekirina ruxandina Hukumeta Beşar Esed de û di avakirina Hukumeta Suriyê ya bi serkêşiya HTŞ ê de, bû xwedî rola herî sereke û dest bi “Jinuve Zindîkirina DAIŞ’ê” li Iraq û Suriyê kir.
Ji herêma Behdînan, ji Kerkûk û Tilefer, turkmenên hatine komkirin da ku bixin nava DAIŞ’ê di barergaha leşkerî de hatibun bi cîhkirin.
Di 17 ê Tebax 2024 de dewleta Tirk a dagirker li herêmên Behdînan çeteyên aslê xwe Turkmen li herêma di navbera Duhok û Mûsilê de li Feyliyê hatin bicihkirin.
Hêjmara wan çeteyan 30 zêdetirin.
Dewleta Tirk ne tenê li heremên Enbar û Nînowa heman demî li herema Şengalê jî bi rêya MİT’ê DAIŞ’ê rêxistin dike.



