Komeke din a malbatên Iraqî yên li kampa Holê, vegeriyan warê xwe.
Rêveberiya kampa Holê koma 7’an a penaberên Iraqî yên ku dixwazin li warê xwe vegerin, ber bi Iraqê ve bi rê kirin.
Koma nû ji 198 malbatan anku 670 penaberên Iraqî pêk tê.
Vegera penaberan di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Iraqê de bi rê ve diçe.
Ji destpêka îsal ve 7 kom û ji sala 2022’yan ve 24 komên penaberên Iraqî yên li kampa Holê ber bi warê wan ve hatin şandin.
Desthilata Iraqê penaberên ji Holê vedigerin, vediguhêze kampa Cedîa ya li parêzgeha Nînovayê.



