Li Dêrik, Dirbêsiyê û Tirbespiyê di bîranînên şehîdên Hefteya Lehengiyê de hate gotin “Hefteya Lehengiyê xeta têkoşînê û sembola rizgarkirina neteweyî ye. Ji bo mîsogeriya ewlehiya gelên herêmê û parastina destkeftiyên wê mezinkirina têkoşînê pêdiviyeke demê ye.”
Li bajarên Dêrik, Tirbespiyê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Meclisa PYD’ê ya bajarê Dêrikê bi amadebûna bi dehan şêniyan û endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser merasîmeke li dar xist.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xebat Elî axivî. Xebat Elî diyar kir ku berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî berxwedana li Bendava Tişrînê berdewama têkoşîna Hefteya Lehengiyê ye.
Xebat Elî li dijî êrişan jî banga xebata hevpar kir û got, ji bo ewlehiya gelê herêmê û parastina destkeftiyên wê domandin û mezinkirina têkoşînê pêdiviyekê demê ye.
Piştî axaftinan belgefîlmek li ser meşa şehîdên Hefteya Lehengiyê hat temaşekirin.
Bi heman armancê Meclisa Bajarê Tirbespiyê bîranînek li hola PYD’ê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajar bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêveberê meclisa bajar Hisên Omer axivî û dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şehîdên wê yên pêşeng vegot.
Hisên Omer di dewama axaftina de anî ziman ku meşa ku bi şehadeta Mazlûm Dogan û fermandar Egîd dest pê kir, qonaxeke dîrokî bû.
Hisên Omer îşaret pê kir ku destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê binehga xwe ji berxwedana şehîdên Hefteya Lehengiyê digire û got: “Şehîdên me li hemberî zilmê wateyên berxwedanê îfade kirin. Têkoşîna wan îro di destkeftiyên Rêveberiya Xweser de şînber dibe.”
Di dawiyê de belgefîlmek li ser Hefteya Lehengiyê û berxwedana zindanan hat pêşandan.
Li bajarê Dirbêsiyê jî, bi amadebûna endamên sazî û meclisan jî bîranînek li Navendna Çand û Hunerê hat lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Dirbêsiyê Ferdî Îsamîl axivî.
Îsamîl di şexsê şehîd Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: “Hefteya Lehengiyê xeta têkoşîn û sembola rizgariya neteweyî ye. Fîşketa ewilî ya ku fermandar Egîd teqad destpêka xeta şerê gel ê şoreşgerî, siyasî û leşkerî ya li hemberî siyasetên qirkirin û inkarê yên li dijî gelan e.”



