Yekitiya Hunermendan û Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido ên kantona Firatê hunermend Reşîd Sofî di çilrojiya wî de bi bîr anî.
Yekitiya Hunermendan û Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido hunermend Reşîd Sofî di çilrojiya wefata wî de bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi bîr anî.
Di merasîmê de sînevîzyon li ser jiyana Reşîd Sofî hate pêşandan û stranên Reşîd Sofî hatin gotin.
Di merasîmên birîanînê de, Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Firatê Rodîn Yûsif diyar kir ku Reşîd Sofî stûneke hunerê bû û got:
“Her hunermendek bandora xwe li ser me heye. Di van mehên dawiyê de gelek hunermendan koça dawîn kir, wekî Bavê Teyar û Mihemd Qaso.”
Her wekî sinevîzyonek li ser jiyana Reşîd Sofî hate pêşandan û stranên wî hatin gotin.



