Ji bo diyarkirina roja cejina Remezanê li Iraqê nakokî heye.
Desteya Zanayên Îslamî ya Iraqê ragihand ku hatiye îspatkirin ku îro yekemîn roja Cejna Remezanê ye.
Li aliyekî din jî Weqfa Sunnî ya Iraqê ragihandiye ku “îro temamkera meha Remezanê ye û roja Duşemê cejne.”
Desteya Zanayên Îslamî ya Iraqê, duh daxuyaniyek da û tê de got:
“Hatiye îspatkirin û piştrastkirin ku îro yekem roja Cejna Remezanê ye.”
Dîwana Weqfa Sunnî ya Iraqê jî diyar kir ku îro, roja dawî ya meha Remezanê ye û roja Duşemê yekem roja cejna Remezanê ye.



