Tevgera Jinên Azad TJA’yê ji bo çalakiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo banga tevlîbûnê kir û anî ziman ku ew ê ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet li qadan bin.
TJA’yê têkildarî 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêber Apo ye, bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyaniyek da.
TJA’yê diyar kir ku ew 4’ê Nîsanê bi berxwedana 8’ê Adarê û coşa Newrozê pêşwazî bikin û got:
Rojbûna Rêber Apo ji bo jinan mîlada lêgerîna azadiyê ye.
Em ê berpirsyariya civakbûnê ya banga Rêber Apo digirin ser xwe.
Em wekî jin ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet, em ê li qadan bin.
Çalakiyên ku TJA wê di navbera 1-4’ê Nîsanê de lidar bixin, ev in:
-Li hemû bajaran wê şitlên “azadiyê” bên çandin.
-3’yê Nîsanê wê li qada festîvalê ya li Rihayê, civîna jinan bê lidarxistin.
-4’ê Nîsanê wê bi pêşengiya jinan ji Xelfetî heta Amarayê meş bê lidarxistin.
-4’ê Nîsanê wê li hemû bajaran şahî bên lidarxistin.



