QSD’ê komîteya şopandina windahiyan ava kir

QSD’ê ji bo agahiyên der barê windahiyan de bişopîne komîteyek ava kir.

QSD’ê diyar kir ku di 7 salên dawî de li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê 3 hezar û 286 kesên ku winda bûne hatine destnîşankirin.

QSD’ê diyar kir ku ji bo aqûbeta windahiyan were eşkerekirin pêwîstî bi xebateke hevbeş heye.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo agahiyên der barê windahiyan de were şopandin, komîteya lêpirsîna taybet ava kirine.

Li gorî daxuyaniyê, QSD’ê piştî danûstandinên bi serokatiya Meclisa Nîştimanî ya Kurd a Sûriyê re, komîteya lêpirsîna taybet ava kir.

Komîteyê der barê doza “10 kesên winda” ku serokatiya meclisê navên wan pêşkêş kirine dest bi lêpirsînê kir û hin agahî wergirtin.

Derket holê ku ji 10 kesên ku li herêmên di bin kontrola YPG’û de wenda bûne û 8 kes berî 21’ê Kanûna 2014, ango berî damezrandina Rêveriya Xweser û YPG winda bûne.

QSD’ê da xuyakirin ku heta niha 3 hezar û 286 kesên ku winda bûne hatine destnîşankirin.

Hat diyarkirin ku ji van 544 kes beriya DAIŞ’ê wenda bûne û 2 hezar û 368 kes jî ji aliyê komên girêdayî Opozisyona El-Wetenî ya Sûriyê ya hêzên muxalîf û hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatiye revandin.

Her weha 374 kesên winda jî ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta navendî ya Sûriyê hatine revandin.

QSD’ê diyar kir ku ji ber rewşên şer û dagirkeriyê lêpirsîna der barê kesên ku li herêmên Rojava, Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatine revandin di şert û mercên zexmet de tê meşandin.

QSD’ê diyar kir ku ji bo aqûbeta windahiyan were eşkerekirin pêwîstî bi xebateke hevbeş heye û da xuyakirin ku saziyên Rêveberiya Xweser jî ji bo şopandina dosyayên windahiyan berpirsyariya qanûnî hildigirin.

Leave a Reply

Back to top button