Wezîrê Enerjiyê yê Israîlê Eli Cohen serok-komarê Tirkiyê Erdogan bi kesekî negatîv bi nav kir û got dê rejîma wî hilweşe.
Wezîrê Enerjiyê yê Israîlê Eli Cohen li ser platforma “X” êrişî serok-komarê Tirkiyê Erdogan kir û got:
Erdogan kesekî dijî-semetîk e. Ew kesekî negatîv û paşverû ye.
Eli Cohen da zanîn ku êdî gelê Tirkiyê ji dîktatoriya Erdogan bêzar bûye û nema wî qebûl dike. Ji ber vê yekê wê rejîma wî hilweşe.
Wezîrê Enerjiyê yê Israîlê: Erdogan li Tirkiyê nayê qebûlkirin û rejîma wî dê hilweşe
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van demên dawiyê de, têkiliya di navbera Israîl û Tirkiyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.
Bi taybetî di mijara Sûriyê de tansiyan di navbera her du aliyan de zêde bûye.
Her dawî ofîsa serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku dê berpirsên wezareta parastinê ya Israîlê derbarê hebûna Tirkiyê li Sûriyê de civîneke ewlehiyê li dar bixe.
Kenala 12 ya Ibrî ragihand ku şêwirmendên Netanyahu dezgehên ragihandinê agahdar kirine ku rûbirûbûna leşkerî ya Israîlê li dijî Tirkiyê li Sûriyê teqez e.
Di heman çerçoveyê de komîteyeke hikûmeta Israîlê raporek pêşkêş kir tê de komîte Netanyahu şiyar dike ku xwe ji şerekî li hemberî Tirkiyê re amade bikin.



