Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serokê nû yê dezgeha ewlekariya navxweyî Shin Betê tayîn kir.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriyê ya Îsraîlê:
“Serokwezîr Benjamin Netanyahu fermandarê berê yê Hêzên Deryayî general Eli Sharvit wek serokê nû yê dezgeha ewlekariya navxweyî Shin Betê tayîn kir.”
Di destpêka vê mehê de, Dadgeha Bilind a Îsraîlê biryara hikumetê ya dûrxistina serokê Shin Betê Ronen Bar rawestandibû, heta ku ew îtîrazên li dijî biryarê di 8’ê Nîsanê de binirxîne.



