KNK’ê di salvegera 78’an a darvekirinê de serokkomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anîn.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 78’an a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî, daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Di roja 31’ê Adara 1947’an de piştî rûxandina Komara Kurdistanê, damezirîner û serokê komarê Pêşewa Qazî Mihemed, wezîrê parastinê û cîgirê serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mehabadê li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tahranê Sadr Qazî, li sêdarê dan.
Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsoziyeke mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û tê koşiyan. Bi avakirina Komara Kurdistanê di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha dewam kir:
“Di encama lihevkirinên dewletan de, bi taybetî Îngilistan û Sovyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrişî Komara Kurdistanê kir ya ku nû hatibû avakirin.
Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên têkoşer li Qada Çarçira îdam kirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextiya ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextiyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê, hêzên kolonyalîstin û ev nêzîkatiya wan îro jî didome.
Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destketên mezin ên rêxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê jî tê de bû. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalizma nevneteweyî û êrişên dewleta dagîrker ya Îranê, dawî bi Komarê hat.
Dîsan bi plan û komployên navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin.
Di wî demê de biryar dan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek bû, di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duwemîn de bû.
Lewra ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek semboleke mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.
Îro jî, li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi slogana Jin Jiyan Azadî bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parêstina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku dewleta Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd rojane bi kar tine, tekoşer, siyasetmedar û çalakvanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevrêyên wî didomînin.
Em weke KNK’ê, di bîranîna 78 saliya li şehadeta pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê, carekî din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de dagirkerên li Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û mehkûmkirin.



