Malbata Rêber Apo û girtiyên din îro bi boneya cejnê çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.
Ji sala 2014’an ve malbatê tenê 7 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye.
Li Îmraliyê ku tecrîde girankirî hatiye ferz kir, her carê bi hêcetên cuda serlêdanên malbat û parêzerên Rêber Apo tê astenkirin.
Îro malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê Omer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi boneya cejna remezanê serdana Îmraliyê kirin.
Ji malbata Rêber Apo Mihemed Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan hevdîtin pêk anîn.
9 sal in dewleta Tikr hevdîtinên Rêber Apo yên bi malbatê re asteng dike. Ji sala 2014’an ve tenê malbatê 7 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye.
Herî dawî jî Rêber Apo 23’yê Cotmeha 2024’an bi biraziyê xwe Omer Ocalan re ku di heman demê de parlementerê DEM Partî ye hevdîtin kiribû.
Hevdîtina parêzeran ya bi Rêber Apo re jî demeke dirêje tê asteng kirin. Rêber Apo di nava 14 salan de tenê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Herî dawî parêzeran di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî 28’ê Adarê rapora 4 mehan ya Îmraliyê weşand. Buroyê eşkere kir 52 serlêdanên malbatan yên ji bo hevdîtinê bê bersiv hatine hiştin.



