Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de jinek hate kuştin û du jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa Rojnews, li Başûrê Kurdistanê û di meha Adarê de jinek hat kuştin û 2 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha agahiyên derbarî van bûyeran de wihane.
Di 4’ê Adarê de li sînorê Îdareya Soran mamosteya bi navê Awat Mihemed Kerîm ya xelkê Herêma Biradost û nişteciha bajarokê Çoman bi giranî şewitî.
Awat piştî ku 4 rojan li nexweşxaneyê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.
Di 13’ê Adarê de jî li Zêyê Mezin ya ser bi gundê Zengan ya girêdayê sînorê Akrê, cenazeyê jinek ku bi zincîr hatibû girêdan û pişt re wê avêtibûn avê, hate dîtin.
Di 17’ê Adarê de jî jina 25 salî ya navçeya Ranye ku 4 rojan li nexweşxaneya Şar ya bajarê Hewlêrê tedawî didît ji ber teqîna betla gazê li mala wê, jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye di meha Sibatê de li Silêmanî û Hewlêrê 3 jin hatibûn kuştin û jinek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû.
Di meha Çileyê de jî li Silêmanî, Pênciwên û Hewlêrê 3 jin hatibûn kuştin.
Du jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da bûn.



