Revandin û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê dewam dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya meha Adarê ya sûcên çeteyan li Efrînê aşkera kir û diyar kir ku gelek kes hatine revandin û Îşkence kirin, sedema îşkencekirina wan jî, ji ber ku Newroza xwe pîroz kirin.
Rêxistinê di raporê de, diyar kir ku 11 kes hatin revandin, 20 revanî jî ji girtîgeha Raiyê reviyan.
Kesek jî, di encama teqîna bermahiyên şer de hat kuştin.
Li gorî raporê, Îşkence li 6 kesan hat kirin, hin ji wan ji ber pîrozkirina cejna Newrozê îşkence li wan hat kirin.
Her wiha zêdetirî 300 darên zeytûnan hatin birîn û bêtirî 3 hezar û 100 dar li daristanên Çiyayê Qaziqlî, Hec Hesenlî û Qitmê hatin birîn.
Xerac jî li ser milkên koçberan hatin ferzkirin û gelek kel û pelên şêniyan ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn.



