Çandiniya bejî îsal ji ber hişkesaliyê berhem neda.
Dewleta Tirk a dagirker jî bi êrişên xwe stasyonê avê û kehrebeyê ji xizmetê derxistin, lewma çandiniya avî jî nehat kirin.
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyê demsala zivistanê bê baran derbas bû, lewma çandiniya bejî (dêm) berhem neda.
Hewl hat dayîn ku bi çandiniya avî valahî were dagirtin, lê li hinek herêman, vê carê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn asteng.
Rêveberiya Xweser jî, desteka mazotê da ku cotyar kirin bi rêya elektrîkê avê peyda bikin.
Li Kantona Firatê, pirsgirêka çandiniya avî jî derket.
Nexasim ev herêm nêzî 5 mehan e di bin êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye.
Dayika bi navê Zelîxa Îbrahîm a ji gundê Qora Biçûke ya Kobanê diyar kir ku ew ji ber qutbûna ceyran û avê dê îsal nikaribin bîstanan biçînin.
Cotkarê bi navê Mihêdîn Ehmed ê ji gundê Minazê yê Kobanê, xwediyê 250 darên fistiqan e.
Niha hewl dide bi avdanê darên xwe yên ku beriya 5 salan çandine, biparêz e.
Hisên Îbrahîm ku çêlekan xwedî dike jî dibêje:
Ji ber hişkesaliyê kîloya kayê ji hezar û 500 lîreyên Sûriyê derketiye 3 hazar û 300 lîreyê.
Min çêleka xwe bi 2 hezar û 500 dolaran kirî bû, lê niha belkî bi hezar û 500 dolaran bê kirîn.



