Aktivîsta TJA’yê Adalet Fîdan ku di nava şandeya Başurê Kurdistanê de cih digirt diyar kir ku encamên baş ji hevdîtinan derket û got:
”Dê di demên pêş de jî şande li Hewlêr, Duhok û bajarên Başurê Kurdistanê hevdîtinan bidomînin”.
Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk dihat,
Di 26’ê Adarê de serdana Başurê Kurdistanê kir û li wir bi sazî û dezgeyan re hevdîtin kirin.
Şandeyê li bajarê Silemaniyê li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan bi sazî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesan re hevdîtin kir.
Şandeyê li ser pêvajoyê pirs bersivandin û pêşniyarên wan girtin.
Aktivîsta TJA’yê Adalet Fîdan Ku Endama şandeyê ye jî tekildarî hevdîtinê axivî.
Adalet Fîdan diyar kir ku li ser daxwaza sazî û rêxistinên Başurê Kurdistanê wan serdan kir û got:
Di 27ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Beriya bangê jî şandeyeke me çûbû Başurê Kurdistanê û li wir hinek hevdîtin kiribûn.
Daxwaza sazî û dezgeyên Başurê Kurdistanê hebû ku şandeyek biçe li wir hevdîtin bike.
Ji ber wê weke şandeya 2’emîn em çûn Başurê Kurdistanê û li wir bi sazî, partî, rewşenbîr, nivîskar û saziyên cûda re me hevdîtin kirin.
Me li Silemaniyê bi hemû saziyên ku daxwaza hevdîtinê kiribûn ud hevdîtin kir.
Adalet Fîdan: Gelek saziyên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan banga Rêber Apo
Adalet Fîdan anî ziman ku şandeya wan li Silemaniyê eleqayeke mezin dît û wiha anî ziman:
Saziyên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan banga rêber Abdullah Ocalan.
Her wiha anîn ziman ku ev bang dê serkeftineke mezin û aştiyeke mayinde bîne û gotin ‘Pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê divê bê çareserkirin. Ji bo wê jî alaqayeke mezin dan me.
Adalet Fîdan: Hevdîtinên me ji bo yekitiya Kurd encamên baş derxistin holê
Adalet Fîdan anî ziman ku hevdîtina wan a Başurê Kurdistanê ji bo yekitiya Kurd jî encamên baş derxistinê holê û got:
Em 3 rojan li Başurê Kurdistanê man. Hevdîtin pêk anîn. Bi 10’an sazî û dezgehan re me hevdîtin pêk anî.
Ew hevdîtin ji bo yekitiya gelê Kurd û jinên Kurd jî encamên baş derxist hole.
Sazî û derdoran jî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd yek e û divê yek bê destgirtin.
Divê dewlet jî gavên şenber baveje û azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê.
Divê jin, civan, gelê Kurd û kesên demokrat têkoşîna xwe xurtir bikin.



