Hizbullaha Lubnanê ragihand ku di êrişa dawî ya Îsraîl ser Lubnanê de, Cîgirê Serokê Mekteba Siyasî ya Hîzbullahê Elî Hesen Bedîr hate kuştin.
Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand Ku Cîgirê Serokê Polîtburoya Hizbullahê Elî Hesen Bedir, di êrişa dawî ya Îsraîlê ya li ser Lubnanê de hate kuştin.
Hate diyarkirin ku ji ber vê yekê şîn hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku duh di saetên sibehê de Îsraîlê êrişî xaniyek li Beyrût a paytexta Lubnanê kir û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin.
Di nav wan de Elî Hesen Bedir jî hebû.



