HPG’ê bîlançoya meha Adarê a şer û êrişan eşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di nava mehekê de ji bejahî û hewayî 11585 caran êrîş bir ser hêzên gerîla yên di rewşa agirbestê de ne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
Partiya me PKK’ê li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Apo di 1’ê Adara 2025’an de agirbest ragihand.
Hêzên me hemûyan li gorî vê fermana Partiya me û Fermandariya me nêzîkatî nîşan dan û bi vî rengî tevgeriyan.
Meha Adarê di heman demê de li meha Remezanê rast hat ku ji bo alema Îslamê pîroz e.
HPG: Artêşa Tirk a dagirker di meha Adarê de 11585 caran êrişî qadên Gerîla kir
Li gel pozîsyona agirbestê ya hêzên me jî dewleta Tirk a qirker mêtinger û hikumeta AKP’ê ya faşîst di nava vê mehê de êrîşên xwe yên li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kirin.
Artêşa Tirk a dagirker meha Adarê 11 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi çekên qedexekirî û 9 caran jî bi droneyên bombebarkirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Di heman demê de qadên berxwedanê 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopterên êrîşê û 11289 caran jî bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li ser bingeha parastina rewa li dijî êrîşên dagirkeran 13 caran destwerdan kirin û êrîşên ji bo îmhakirinê beralî kirin.
Di heman demê de SÎHA’yeke bi tîpa Akinci ya dewleta Tirk ku ji bo keşif û êrîşê tevdigeriya, di 16’ê Adara 2025’an de li ezmanên Qendîlê ji aliyê hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ve hate xistin.
Ev yek jî radixe pêş çavan ku rewş û israrek a dewleta Tirk a dagirker heye ku naxwaze şer bi dawî bibe, dixwaze şer dewam bike.



