Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxuyaniyek da û rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
KCK’ê da zanîn ku ev zayîn ji bo gelê Kurd jinûve vejîn e, ji bo gelên Rojhialta Navîn jî hêviya jiyana demokratîk e û wiha anî ziman:
”Ji bo azadiya rêber Apo divê gel, jin û ciwan rêxistina xwe xurt bikin”.
Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye û dibêje:
Gelê Kurd, jin û ciwan sekna xwe ya bi coş, bi hêvî û bi biryar a ku li qadên Newrozê û li meşa Amarayê nîşan dan, di nava salê de wê bigihînin asteke bilind a çalakiyan û hêza rêxistiniyê ya hîn xurt.
KCK: 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye
KCK’ê meşvanên Amarayê yên ku di şexsê Rêber Apo de berê xwe dane nirxên demokrasî û azadiyê û hemû kesên ku beşdarî çalakiyên demokratîk bûne silav kir û got:
Gelê Kurd heta rabûna Rêbertî, mehkûmê çarenûsa qirkirinê bû.
Navê welat û çanda Kurdan jî ji dîrokê hatibûn rakirin.
Jidayikbûna Rêber Apo temsîla ji nû ve vejîna hebûnî ya Kurdê ku navê wê jî dihat xwestin ji dîrokê were jêbirin.
4’ê Nîsanê ji dayikbûna Rêber Apo mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ya sed salî ye.
Bi rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê re li Kurdistanê dîrok ji nû ve hat nivîsandin.
KCK: Rojbûna Rêber Apo tê wateya rojbûna gelên li Rojhilata Navîn
Di daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku civaka Demokratîk û Vejîna Kurdê Azad ku bi rojbûna Rêber Apo re destpê kirî, di heman demê de tê maneya vejîna çandî, olî û nasnameyî ya gelên din ên li Rojhilata Navîn.
Ev ruhê aştî û xwişk-biratiyê ku di dîrok û jiyana gelan de hebû, bi saya Rêber Apo li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bû.
Gelê me niha berê xwe daye armanca azadiyê ya Rêbertî.
Rojeva wê ya herî sereke ev e. Gelê me êdî dixwaze Rêber Apo bi rengekî fîzîkî di nava xwe de bibîne.
Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a sed salî û çareseriya pirsgirêka Kurd jî demokratîkbûna tevahiya Tirkiyê ye.
KCK: Ji bo azadiya Rêber Apo divê gel, jin û ciwan rêxistina xwe xurt bikin
Di dawiyê de KCK’ê wiha anî ziman:
Em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jin û ciwanan, her wiha dostên hêja dikin ku beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, li ser vê bingehê rêxistiniyê xurt bikin û çalakiyên demokratîk hîn bi bandor bikin.
Her wiha em bang li her kesî dikin ku li ser bingeha perspektîfa civaka ekolojîk a Rêber Apo li her derê şitlê daran biçînin û derdorê şîn bikin.


