Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E’yê ji bo çalakiyên li Ewropayê yên pîrozkirina rojbûna 76’an a Rêber Apo banga tevlîbûnê kir.
TJK-E’yê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.
Daxuyaniya TJK-E’yê bi vî rengî ye:
Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd e. Bûyîna Konfederalîzma Demokratîk e ku alternatîfa modernîteya kapîtalîst e.
Ji ber vê yekê di vê dema dîrokî de em jin dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din diyar dikin û soza xwe dubare dikin ku ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê têbikoşin.
TJK-E’yê anî ziman ku banga dîrokî ya rêber Apo bi esasî weke manîfestoya jiyana azad û demokratîk hate qebûlkirin û wiha anî ziman:
Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk gel û jinên Kurd 8’ê Adarê bi coşeke mezin daketin qadan û nîşan dan ku ew xwedî li vê banga Rêber Apo derdikevin.
Bi vê wesîleyê bi pêşengiya TJK-E’yê di 4 û 5’ê Nîsanê de em ê li gelek bajarên Ewropayê çalakiyan lidar bixin.
Em bang li jinan û tevahiya gelê xwe dikin ku bi coş û biryardariya 8’ê Adarê û Newrozê beşdarî van çalakiyan bibin.



