Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Alîhan Şîmşek ji bo meşa li Amarayê banga tevlîbûnê kir û got:
“Em agirê Newrozê li Amarayê geş bikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hev re bînin ziman.”
Meclîsa Ciwanan a DEM Partî bi wesîleya rojbûna 76’an a Rêber Apo ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê meşê lidar dixe.
Meşa ku bi dirûşma ‘Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin’ destpê kir, wê 4’ê Nîsanê li Amarayê bi dawî bibe.
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Alîhan Şîmşek di vê derbarê de ji ajansa ANF’ê re axivî û got:
Sedema coş û heybeta vê meşê û ya gel, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir.
Ev banga rêber Apo li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li nava gelê Kurd bersiva xwe bi xurtî dît.
Armanca bingehîn a meşa me jî ev e, belavkirina paradîgmaya Modernîteya Demokratîk û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.
Şîmşek herî dawî bang li cwanên Kurd, jinên ciwan, tevgerên şoreşger ên Tirkiyê û enternasyonalîstan kir ku li Amarayê bin û dibêje:
Werin em bi hev re agirê ku me di Newrozê de dadan, li Amarayê ji nû ve geş bikin.



