Hêzên ewlekariya peravî yên Yewnan ragihandin ku li peravên girava Mîdîllî ya li Derya Egeyê, 4 koçber di nav avê de jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên ewlekariya peravî diyar kirin ku roja Pêncşemê li peravên girava Mîdîllî çar koçberan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku bi giştî 23 kes jî hatin rizgarkirin.
Lê belê tê texmînkirin ku di keştiyê de 30 kes hebûn.
Ji ber vê jî li deryayê karên lêgerînê dewam dikin.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî diyar kir ku di sala 2024’an li Derya Spî 2 hezar û 333 koçber winda bûn, yan jî jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî ragihand ku ji destpêka sala 2025’an û vir ve piraniya wan bi rêya deryayî nêzî 9 hezar kes derbasî Yewnanistanê bûn.



