Serokê Emerîkayê Donald Trump bacên nû yên gumrikê xist ser gelek welatan.
Di nava van welatan de bi rêjeya ji sedî 39 baca gumrikê xist ser berhemên Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku bacên gumrukê yên nû li ser gelek welatên cîhanê hatine sepandin.
Bi vî awayî li ser Îraqê ji sedî 39, li ser Sûriyê ji sedî 41 û li ser Tirkiye û Îranê ji sedî 10 e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bacên gumrukê yên li ser welatan eşkere kir û got:
“Êdî rê nadin ku welatên din li ser hesabê aboriya Amerîkayê welatên xwe dewlemend bikin.”
Her wiha Trump serok û rêberên welatan agahdar kir ku efû ji ti welatan re nîne.
Serokê Amerîkayê li Qesra Spî ragihand :
Di merasîmeke taybet de îmze li ser bacên gumrukê yên li ser welatên cîhanê kiriye .
Li serê wan jî baceke ji sedî 25 li ser otomobîlên welatên biyanî sepandiye.
Her wiha baceke ji sedî 39 li ser berhemên Îraqê, li ser berhemên Sûriyeyê ji sedî 41 û li ser Tirkiye û Îranê ji sedî 10 e sepandiye.
Her wiha Donald Trump amaje pê kir ku di saet 12:00ê şeva çarşemê , bacên gumrukê dê bikevin warê bicihkirinê.
Serokê Amerîkayê tekezî li ser vê yekê kir, “Ji vir û pê ve divê kes li ser hesabê me dewlemend nebe.
Ez dawî li nîv sedsaliya talana samana Amerîkayê tînim. Ji Amerîkayê dizî tê kirin û em dê vê yekê rawestînin.”



