Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî îro jî pêşwaziya cîgirê Metranê Eremenên Ortodoks Lîfon Yegîyayan û şandeyeke ji berpirsên ermenan kir.
Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de dibêje ku ermenan roleke dîrokî di dewlemendkirina tevna civakî û çandî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê de gerandiye û hîna digerîne.
Her wekî destnîşan kir ku serdanên wekî vê pêwendî û girêdaneke aktîv û avaker di navbera hemû pêkhatyên Sûriyê de xurt dike.
B boneya cejnên Newroz û Remezanê silav û pîrozbahiyên Serkeşeyên Ermenên Ortodoks ê Helebê Makar Eşkariyan gihandin fermandarê QSD’ê.
Her wekî pesnê xebatên QSD’ê yên pêkanîna aramî û ewlehiyê da û piştrast kir ku diyalog û pêwendiya di navbera hemû pêkhateyên olî, etnîkî û siyasî bo jiyana hevbeş girîng e û rê dide hemû sûriyan ku ew bi hemû baweriyên xwe beşdarî xêzkirina siberoja Sûriyê bibin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêdivî bi wê yekê dibîne ku gerek xebat zêdetir were kirin qene aramî li herêmên wan û tevahiya Sûriyê misoger bibe û destkeftiyên şoreşa 19’ê tîrmehê werin parastin, bi taybet piştî têkbirina DAIŞ’ê.
Di hevdîtinê de awayê xurtkirina hevkariya di navbera saziyên olî û civakî hat nîqaşkirin û rakirina hemû kelemên cudakirina wan.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê got ku di dawiya hevdîtinê de, girîng hat dîtin ku diyalog di navbera hemû pêkhateyan de dewam bikin, yekîtiya niştîmanî xurt bibe û lihevkirin di navbera hemû aliyan de çêbibe.
Duh jî Fermandarê QSD”ê Mezlûm Ebdî şandeyeke ji şêxên û rûspiyên Reqayê pêşwazî kiribû û di wir de peymana QSD’ê û Şamê hatibû pîrozkirin.
Her wekî rewşa xizmetê li Reqayê û gundewarên wê jî hatibû nîqaşkirin.
https://sdf-press.com/?p=45263



