Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe, têkildarî pêkanîn û zextên hikûmeta federal a Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
MXDŞ’ê êrişa dijî YBŞ’ê şermezar kir û got: “Em dizanin ev pêkanîn parçeyeke ji pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye. Em êrişa dijî hêzên me yên parastinê şermezar dikin, divê dewleta Iraqê lê borînê ji me bixwaze û şervanên me serbest berde.”
JI 18’ê Adarê ve artêşa Iraqê 5 şervanên YBŞ’ê ku dîl giritye tevî hemû hewildanan bernedaye.
Îro Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, Pêkhateya Ereb ya Desteya Eşayîrî ya Şengalê tevî sazî, rêxistin û pêkhateyên xwe daxuyaniyeke hevpar li goristana Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan a Serdeşta Şengalê da.
Pêkhateyên Şengalê dîl girtina şervanên YBŞ’ê şermezarkirin û got:
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ne Iraq ne jî PDK’ê, şervan me parastin
“Tevî ku Iraq tu carî gele me ne parastiye jî me hebûna wê red nekiriye
Ne Iraq ne jî PDK me li hember DAIŞ’ê parastin, yê me parastin şervanên azadiyê û zarokên me bûn.
Lê dewlet bixwe van hemû rastiyan vedişêre û ji wan jî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bû ku xiyanetê li civaka Êzidî kirin. ”
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êrişa dijî YBŞ’ê parçeyeke peymana 9’ê Cotmehê ye
Rêveberiyê destnîşankir ku êrişa li dijî YBŞ’ê perçeyeke peymana 9’ê Cotmehê ye û got ku dixwazin vê peymanê pêk bînin. Pêwîst e dewleta Iraqê û hevkarên wê li ser civaka Êzidî bazariyê nekin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê destnîşan kir ku ev tiştê ku artêşa Iraqê pêk aniye bi tundî şermezar dikin û pêwîste hikumeta Iraqê ji civaka Êzidî û hêzên parastina Şengalê YBŞ’ê lêborînê bixwaze û wan şervan û birîndaran berde.”



