Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek hate lidarxistin û diyarî li ser zarokên navçeyê hat belav kirin.
Şahî bi pêşengiya jinan ji navçeya Ranya û bajarê Raperîn, li parka Derwaze hate lidarxistin.
Li ser navê jinan Awaz Îsmaîl axivî û bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo.
Awaz Îsmaîl piştgiriya xwe ji bo peyama Rêber Apo yên “Aştî û Civaka Demokratîk” nîşan da û got:
“Cejna Rêber Apo pîroz dikin û hêvî dikin ku ev rojbûn ji bo gelê Kurd bibe roja aştî û aramiyê.”
Piştî axaftinan diyarî bi dirûşmeya “Dilsoziya bi Rêber Apo re” li ser zarokan hat belav kirin.



