Li sûka kevin ya Şengalê teqînek çêbû.
Sedema teqînê nehatiye zanîn.
Artêşa Iraqê jî bi heceta teqînê careke din li navenda bajêr dest bi liv û tevgera leşkerî kir.
Li gorî agahiyên şêniyên Şengalê dengê teqînê ji gelek aliyên bajêr hatiye bihîstin.
Artêşa Iraqê liv û tevgera leşkerî hem li bajêr, hem jî li cihê ku teqîn lê çêbûye, daye destpêkirin.
Çavkaniyeke ji nava hêzên ewlekariyê diyar kir, ji ber herêma ku dengê teqînê jê hatiye herêmeke bermahiyên şerê DAIŞ’ê lê heye, dibe mayîneke kevin be.
Heman çavkaniyê destnîşan kir, artêşa Iraqê vê teqînê ji xwe re kiriye hecet, liv û tevgereke leşkerî daye destpêkirin.
Medyaya Iraqê jî teqîn piştrast kir, lê sedema teqînê hîn jî nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinêye Şengala kevin an jî sûka kevin herêmeke di dema şerê DAIŞ’ê de wêran bûye û niha xelkê sivîl lê najîn.
Tenê hêzên leşkerî li vê herêmê dimînin û bermahiyên şer jî li herêmê hene.



