Cotkarên gundewarê Holê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên çandina sebzeyên havînê didomînin.
Cotkarên Holê berê xwe didin çandiniya sergirtî ku şitil werin parastin û hilberînên wan zû li sûkan werin firotin.
Cotkarê bi navê Mihemed El Esed diyar kir ku ji bo çandina sebzeyên havînê cotkar xwe dispêrên gelek qonaxên lêkolînkirî.
Cotkar ji destpêka Sibatê ve tovan di odeyeke girtî ya germahiya 35 pile de diçînin û heta 20 rojan ku ew tov dibin şitlên biçûk dimîne.
Piştre cotkar wan şitlan di serayan de diçînin û heta dawiya Nîsanê dimînin.
Piştre tiştên şitil pê hatine pêşandin tên rakirin ku tavê lê bide û bigihê.
Hin cotkar jî yekser tovan di erdê de diçînin û bi blastîkê dipêçin ku zû bigihê û ji guherînên avhewayê were parastin.
Mihemed El Esed diyar kir ku ev rêbaz xwedî gelek sûdwariyan e.
Her wiha di der barê avdanê de jî, cotkar xwe dispêre sîstema avdanê ya dilopan.
Di dawiyê de Esed diyar kir ku piranî cotkarên Holê ji bo avdana çandiniyê xwe dispêrin pergala enerjiya tavê.
Ji ber ku mazot bi zehmetî tê peydakirin.



