Wezîrê Tenduristiyê yê Birîtanya Wes Streeting pêşwaziya şandeke bijîşkên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Di hevdîtinê de wezîr li ser rewşa tendirustiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kêşeyên li pêş sektora bijîşkî li herêmê gotûbêj kirin.
Herwiha bandora rewşa siyasî û ewlekarî li ser xizmetguzariyên tenduristiyê mijara rûniştinê bû.
Streeting ji aliyê xwe ve bal kişand ser giringiya berdewamiya diyalogê, û tekezî li ser niyeta xwe ya lidarxistina civîneke din bi rêya nûneratiya Encûmena Sûriya Demokratîk li Birîtanya kir.
Li gorî wan ew jî di çarçoveya gotûbêjkirina mekanîzmayên piştgiriya tenduristiyê bi awayekî berfireh e.



