Rojbûna 76’an a rêber Apo ji aliyê sazî û kesayetan bi daxuyaniyên cuda hatin pîrozkirin.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) roja 4’ê Nîsanê ji bo civaka Êzidî xwedî wate û cihekê wê yê bi nirx û pîroz heye.
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê got ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna Rojhilata Navîn a ruhî ye.
76 sal di ser robûna rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn.
Bi boneya 4’ê Nîsanê sazî û kesayetan daxuyaniyên pîrozbahiyê weşandin û rojbûn pîroz kirin.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyek weşand û got:
Roja 4’ê Nîsanê ku dibe destpêka dîroka ji nûve zayîn, afirandin, vejîn û têkoşîna li hemberî zilmê û koletiyê.
Ev roj ji bo me civaka Êzidî xwedî wate û cihekî xwe yê bi nirx û pîroz heye.
YJŞ’ê di daxuyaniyê de got ku rojbûna Rêberê Gerdûnî Rêber Apo weke rojbûna xwe digirin dest û dipejirînin û wiha dewam kir:
Eger em îro li hemberî her cûre êriş û zordariyên ser civaka me xwe diparêzin, xwe rêxistin dikin, bûne xwedî doz; bi ol, pîrozî, çand û dîroka xwe jiyan dikin, bêgûman ev bi saya fikir û ramanên Rêber Apo pêk hatiye.
YJŞ’ê bal kişand ser peyama Rêber Apo a ji bo Şengalê û got:
banga Rêber Apo ya ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’, li hemû cîhanê, Rojhilata Navîn û bi teybetî ji li herêmê bandorekê pir mezin avakir.
Di vê xalê de careke dinê tevahiya mirovahiyê şahidiya hêza Rêber Apo kirin.
Taybet Rêbertî ji bo Şengalê serdema ronesansê pênasekirina wê ji bo me dibe merhaleyek nû.
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê: Ocalan vejîna Rojhilata Navîn a ruhî ye
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi daxuyaniyên cuda rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Nivîsgeha Jinan a Tev-Demê got ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna Rojhilata Navîn a ruhî ye û wiha daxuyanî dom kir:
Fikrên wî jin ji koleya dewletên desthilata veguherand dengê dengvedana azadiyê.
Yekîtiya Jinên Êzdî ya Rojava: Ocalan ji bo jinan meşeleya hêvî ye
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava ev roj li tevahî jinan, gelên li Kurdistanê û li cîhanê pîroz kir û got:
Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan bi taybet ji bo jinan ku azadiya xwe bi dest bixin meşaleya hêvî ye.



