Li Wargeha Mexmûrê Meclîsa Îştar 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê pîroz kir.
Şahî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna jin û xebatkarên wargehê hat lidarxistin.
Li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û got:
“Rêber Apo civakek ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê da avakirin.
Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de, kêlî bi kêlî ji bo gelê bindest têkoşiya.
Em wek jin, ciwan û tevahî kesên ku dixwazin li pey doza azadiyê bimeşin, ji bo pêkanîn paradîgmaya Rêber Apo têdioşin.
Rêber Apo got, ger ku hun bixwazin rojbûna min pîroz bikin, her sal wê rojê daran biçînin.
Di vê yekê de tê dîtin ku Rêber Apo çawa xwezayê diparêze.”
Piştre koma muzîkê ya Tevgera Jinên Ciwan derket ser dikê û bi erbanên xwe reng da şahiyê.
Dûvre koma Meryemxan bi stranên xwe yên gelêrî şahî bi coş kir.
Ber bi dawî ve koma muzîkê ya Stêra Zêrîn jî derket ser dikê û herî dawî jî koma muzîkê ya Koma Heval bi stranên xwe gel coş kir.
Şahî bi gerandina govendê û bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.



