Rayedarê payebilind ê DYE’ yên li Ewropayê ragihand ku Rûsya ji 2022’an û heta niha zêdeyî 4 hezar tankên xwe ji dest daye.
Li ser vê mijarê fermandarê hêzên Dewletên YE yên Emerîka yê li Ewropayê General Christopher Cavoli li komîteya Senatoyê daxuyanî da.
di daxuyaniyê de hate gotin:
“Rûsan zêdeyî 4 hezar tankên xwe winda kirin.
Ev yek bi qasî rezervên DYE’yê ye.”
Ji destpêka şer DYN’ê bi deh milyar dolarî alîkariya leşkerî Ûkrayna kir.
Destpêka meha Adarê li Qesra Spî di navbera Trump û Volodimir Zelenskiy de nîqaşeke tund rû dabû.
Her wiha DYE’yê alîkariya leşkerî û îstîxbaratî yê ji Ûkrayna sekinand.
General Cavoli anî ziman ku pêwistiya Ûkrayna bi alîkariya Waşinton heye.



