Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 12’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da.
YPJ’ê diyar kir ku ew ê bi hev re di nava hevgirtina enternasyonal de gavên xurtir bavêjin.
Bi vê baweriyê salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan û gelan pîroz dikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 12’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.
YPJ’ê bi wesîleya vê roja watedar tevahî şervanên dilwêrek ên YPJ û enternasyonal silav kir.
YPJ’ê, diyar kir ku ew îro salvegera 12’emîn a damezrandina YPJ’ê bi coş û serbilindiyeke mezin pîroz dikin û got :
YPJ: Têkoşîna me ya bê rawestan bû rênîşanek
“Têkoşîna me ya bê rawestan ji bo jinên Sûriyê û tevahî jinên cîhanê bû rênîşanek.
YPJ’ê azadiya tevahî gelan parast û heya roja me ya îro ji bo tevahî jinan, gelan dibe çavkaniya hêz û îlhamê.
YPJ’ê ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû sembola têkoşîna berxwedan û azadiya jinan.
Ev berxwedan ne tenê ji bo jin û gelên Rojava, ji bo tevahî jin û gelên cîhanê hêvî û daxwaza azadî û wekheviya civakî xurtir kir.”
YPJ: Hizrên Rêber Apo kevirên bingehîn ên YPJ’ê ava kir
YPJ’ê da zanîn ku hizrên Rêber Apo kevirên bingehîn ên têkoşîna YPJ’ê ava kir.
Rêber Apo bawer kir ku azadiya jinê wê rê li ber azadiya civakê veke.
Ev perspektîf ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû bingeha bilindkirina têkoşînê.
Ramanên Rêber Apo, rehendeke enternasyonalîst bi YPJ’ê da qezenc kirin .
Ev hevgirtina enternasyonal ji bo azadiya tevahî jinan û gelan pir girînge.
YPJ: Em ê bi hev re gavên xurtir bavêjin
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di berdewamî de destnîşan kir ku YPJ’ê li dijî avahiya desthiladar a cîhanî şer kir û wiha bi dawî kir:
“Ev têkoşîna ku ji bo tevahî jin û gelan hate dayîn weke mîrasê hizir û ramanên Rêber Apo ye.
Têkoşîna YPJ’ê ne tenê têkoşîna gelekî ye, têkoşîna tevahî mirovahiyê ye.
Em ê bi hev re di nava hevgirtina enternasyonal de gavên xurtir bavêjin.”



