Hêzên Leşkerî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, wekî HPG, YRK, HPJ û hêzên jin ên Şengalê YJŞ’ê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Di daxuyaniyên xwe de gotin ku dê têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi xurtî dewam bikin.
HPG’ê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, li gelê welatparêz û hemû hevrêyên li her qadên têdikoşin pîroz kir.
HPG’ê got ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bi biryardariyeke bilind bimeşînin.
Her wekî gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û 21’emîn salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) merasîmeke leşkerî lidar xistin.
Di merasîmê de fermandar Çiya Mahabad 76’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo, li her kesî pîroz kir.
Li aliyê din fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) rojbûna Rêber Apo pîroz kir û bal kişand ser girîngiya fikir û têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurd û hemû cîhanê.
HPJ’ê 4’ê Nîsanê weke qonaxeke dîrokî pênase kir û bal kişand ser keda Rêber Apo ya ji bo azadî û modernîteya demokratîk û girîngiya felsefeya “Jin Jiyan Azadî”.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)’ê jî roja 4’ê Nîsanê weke destpêka dîroka ji nûve zayîn, afirandin, vejîn û têkoşîna li hemberî zilmê û koletiyê bi nav kir.
YJŞ’ê got ku ew ê di her kêliya jiyana xwe de bibin şopdarê fikir û ramanên Rêber Apo.



