Jinên ji kantona Tebqayê hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin rexne kir û got:
“desthilata Şamê bi van nêzîkatiyan despotiyê ji nû ve hildiberîne.”
Desthilata Şamê di 3’yê Adarê de avakirina hikumetê ragihand.
Di hikumetê de îradeya gel û jinan û nûnertiya pirrengiya çandî di ber çavan nehatiye girtin.
Li ser vê mijarê jinên ji kantona Tebqa axivîn.
Jina bi navê Ranya Bîtar anî ziman ku desthilata Şamê siyaseta dûrxistina jinan didomîne û got:
“Bi vê siyasetê ne mumkin e pêşketineke mayînde û edaleta civakî pêk werin.”
Her wiha Fexriya Şêxo jî destnîşan kir ku
“Kongreya diyaloga nîştimanî ya sûrî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatibû lidarxistin, dîsa danezana destûrî û hikumeta hatiye avakirin pirrengiya etnîk, olî û çandî ya li Sûriyeyê li ber çavan nagire û got:
“Ev hemû rola jinan û pêkhateyên din bi awayekî mezin dûr xistine.”
Di dawiyê de Şehed El Elî jî îşaret bi vê yekê kir ku hikumeta ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, pirrengiya li welat îfade nake û wiha
“Hikumeta ku pirrengiya li Sûriye nebîne, wê nikaribe welat ji aloziyê derxîne û dê nikaribe sedemên aloziyan jî çareser bikin.



