Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku pirsgirêka Kurd, bêdengkirina çekan, fesihkirina rêxistinê ne ew mesele ne ku bi berjewendiyên ji rêzê nêzîkatî jê re bêne nîşandan û got:
”Eger sozên hatine danîn bi cih neyên anîn, em ê jî bi vî rengî nesekinin, divê şert û mercên rêber Apo bên başkirin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû behsa geşedanên dawî piştî peyama rêber Apo, pirsgirêka gelê kurd û negavavêtina dewleta Tirk ji bo pêkanîna pêvajoyê, nirxandin kir.
Di destpêkê de Mûstafa Karasû anî ziman ku di vê mehê de gelek şehadetên girîng hebûn û got:
Piştî hilweşîna Komara Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî hatin darvekirin.
Ew di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng in.
PKK şopdarê hemû şehîdên azadiyê ye ku berê ji bo Kurdistanê têkoşiyan.
Rêber Apo sempatîzanê Mahîr Çayan e.
Têkoşîna Mahîr Çayan, berxwedana wî bandora xwe li têkoşîna me jî kir.
Mûstafa Karasû: Gelê Kurd 50 sal in xwe ji nû ve diafirîne
Mûstafa karasû diyar kir ku îro gerîlayên Kurdistanê hemû bûne leheng. Gel bi temamî bûye leheng.
Ev yek bêguman encama têkoşîna 50 salî ye.
Yê ku ev destpêk afirand fedaiyê herî mezin Rêber Apo ye.
Di nava wan şert û mercan de ku Kurd û Kurdistan hatibû jibîrkirin, têkoşîna ji bo Kurd û Kurdistanê weke sûcê herî mezin dihate dîtin, Rêber Apo ev yek da ber çavên xwe, têkoşîn da destpêkirin û fedakariyeke mezin kir.
Mûstafa Karasû: Rêber Apo artêşa fedaiyan afirand
Di dewama nirxandinê xwe de Mûstafa Karasû wiha anî ziman:
Hêrsa Rêber Apo ya li dijî mêtingeriya qirker, ruhê wî yên têkoşînê, dilxwaziya wî ya azadiyê, asta berxwedanê ya li zindanê afirand.
Rêber Apo 50 salan Rêbertî ji vê re kir û ji Mazlûman heta Mahsûman, ji Asyayan heta Rojgeran bi sedan, bi hezaran fedaî afirand.
Ev hemû encama dilxwaziya azadiyê ya Rêber Apo, hişmendî û kûrahiya dilsoziya bi armancê re ya Rêber Apo ye.
Mûstafa Karasû: Dilxwaziya newrozê dilxwaziya azadiyê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa da zanîn ku Newroz îsal xwedîderketina li peyama 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, qebûlkirin û erêkirina wê peyama dîrokî ji aliyê gelê Kurd bû û dibêje:
Ev xwedîderketina gelekî girîng bû. Banga Rêber Apo, wêneyê li Îmraliyê hate kişandin civak motîve kir.
Mûstafa Karasû: Eger sozên hatine dayin bi cih neyên anîn wê tevgera me nesekine
Mûstafa Karasû destnîşa kir ku Rêber Apo di çarçoveya fesihkirina rêxistinê û rawestandina têkoşîna çekdarî bang kir û got:
Divyabû bi bangê re wê di nava hefteyekê, deh rojan de şert û mercên Rêber Apo bihatina guhertin. Lê belê ti gav nehate avêtin.
Bang hate kirin, mafê hêviyê neket dewrê. Gotin, ‘Wê şert û mercên li Îmraliyê bêne guhertin’. Nehatin guhertin.
Ev rewş bêguman li ser armanc û hesabên desthilatdariya AKP’ê dibe sedema fikar û gumanan.
Eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin bi cih neyên anîn, em ê jî nesekinin, bi vî rengî li bendê nemînin.



