Ji bo ewlekariya zêde û parastina herêmê, li kampa Roj a li bajarê Dêrikê oparasyonek hat destpêkirin.
Li gorî nûçegihana me di roja 2’an a Operasyonê, Asayîşa Jin 6 kesên têkiliya wan bi DAIŞ’ê re hebûn girtin.
Asayîşa Jin a Bakûr û Rojhilatê Suriyê, bi desteka YPJ’ê li kampa Roj operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê û alîkarên wan da destpêkirin.
Asayîşa Jin diyar kir ku parastina gel û pêkanîna ewlehiyê karê wan ê sereke ye.
Operasyon di roja 2’an de dewam dike.
Li gorî nûçegihana me, Asayîşa Jin 6 kesên ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re hebûn girtin.
Her wiha van 6 kesan hewl didan li kampê rêxistiniya DAIŞ’ê û liv û tevgera wê xurt bike.



