Li zozanên Herêma Biradostê ji ber teqîna mayînekê ciwanek jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li zozanên Herêma Biradostê mayînek bi du birayên xelkê gundê Bêxme ya ser bi bajarokê Sîdekan ya girêdayî Hewlêrê ve, teqiyaye.
Hate zanîn ku di encama bûyerê de ciwanê bi navê Mihemed Heynî jiyana xwe ji det daye û birayê wî jî birîndar bûye.
Li gorî agahiyan Mihemed bi birayê xwe û çend hevalên xwe re ji bo komkirina giyayên biharê çûbûn zozanên Biradostê.
Cenazeyê Mihemed rakirina nexweşxaneya Soran û birayê wî yê birîndar jî rakirin nexweşxaneya Hewlêrê.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Mayînan ya Hewlêrê, ji destpêka salê ve 3 kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne.



