Nivîskara Îranî Mêhrgan Nemawer ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hate êşkencekirin.
Di encamê de ji rû û lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wê girane.
Li gorî Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, çalakvan, nivîskar û rexnegira wêjeyî Mêhrgan Nemawer ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat êşkencekirin û bi giranî birîndar bû.
Temenê Mêhrgan Nemawer 38 sale û ew xelkê Hedeşt ê li sînorê bajarê Kohgiluye ye.
Tê gotin ku piştî lêdana giran, telefona Mêhrgan Nemawer jê hatiye standin û desteserkirin.
Hêjayî gotinêye ku 2’ê Adara 2024’an Mêhrgan Nemawer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hate binçavkirin û piştre hate berdan.
Carek din Mêhrgan Nemawer di 18’ê Adara îsal de hate binçavkirin û piştî 16 rojan dibinçavan de ma, bi dayîna berdêl û bi şêweyekî demkî hatibû berdan.



