Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hevdîtina dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nirxand.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan peyam û daxwazên Ocalan anî ziman û got:
“Sosyalîstbûn tê wateya civakîbûnê, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re, karkirina bi gel re.
Ez yekî welê me ku li her deverê xwe bi rêxistin dikim.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hevdîtina dawî ya 31’ê Adarê bi Rêber Abdullah Ocalan re ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re parve kir.
Omer Ocalan diyar kir ku birêz Ocalan bi kêm derfetan, hin kenalên Tirkî dişopîne. Li wê derê hin tiştan dixwîne û dinirxîne.
Her wiha têkildarî nirxandinên siyasî yên Rêber Abdullah Ocalan jî got:
Paradîgmaya ku Birêz Ocalan destnîşan kir, xwedî perspektîfeke welê ye ku sed salî dikare bi rê ve bibe.
Divê her kes bi vê perspektîfê lê binihêre.
Bêguman di siyasetê de li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê siyaset li ser tevlîheviyê tê meşandin.
Omer Ocalan di nava axaftina xwe de bal kişand ser peyamên girîng ên Rêber Apo li ser siyaseta demokratîk û got:
Divê mekanîzmaya dewletê bi vê cidiyetê nêzî pêvajoyê bibe.
Sosyalîstbûn tê wateya civakîbûnê, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re, karkirina bi gel re.
Divê ev yek bê afirandin.
Em ê bi hev re jiyanê ava bikin. Jiyana demokratîk, civaka demokratîk ava bikin.
Ev rê zehmet e. Dibe ku demeke dirêj dewam bike. Di vir de em ê bi qasî ji me tê tevkariyê bikin.”
Her wiha Omer Ocalan bersiva rêber APO a derbarê fikarên gel ên têkildarî pêvajoyê de jî wiha anî ziman:
“Gel mafdar e, rast e, rast difikire, bi vî rengî ye, lê belê ez hêviya xwe diparêzim. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe çi ji destê min tê ez ê bikim’.”
Rêber Abdullah Ocalan ji gel re: Xwe birêxistin bikin
Omer Ocalan herî dawî anî ziman ku Rêber Apo girîngiya rêxistiniyê gel destnîşan kir û jê re wiha gotiye:
“Ez yekî welê me ku biçim ku derê xwe bi rêxistin dikim.
Ji zarokatiyê ve xwe bi rêxistin dikim.
Ez zarok bûm komeke min a nimêjê hebû, li dibistanê komeke ji hevalên min hebû’.
Ew girîngiyeke mezin dide rêxistiniyê.
Min li her derê hewl dide bixebitim xwe birêxistin bikim.”


