Rojnamevan Şino Hîranî diyar kir ku Rêber Apo bi peyama xwe xwest çareseriyek ji pirsgirêkan re bibîne.
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo Banga Dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rêya DEM partiyê belav kir.
Piştî Banga Rêbertî, PKK’ê jî gava destpêkê avêt û agirbest îlan kir.
Lê heta niha dewleta Tirk tu gav navêtiye, êrişên xwe roj bi roj zêdetir dike.
Têkildarî mijarê, Rojnamevan û Nivîskar Şino Hîranî axivî û diyar kir ku Peyama Rêber Apo ne demkiye û got:
“Birêz Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşîna xwe ya siyasî ve, li ser civak û netewên Rojhilata Navîn xwedî feraseteke kûr hebû.
Zêdeyî 20 salin birêz Ocalan dibêje; ‘Êdî netew-dewlet nabe’, ji ber ku ev têkçûneke trajîke.
Tu kes nikare li ser înkarkirina netewe û aliyên din xwe ava bike, wek destûra ku niha Suriyê amade kiriye.”
Şîno Hîranî di dawiyê de li ser fikir û felsefeya Rêber Apo nêrînên xwe anî ziman û dibêje:
“Min fikrên birêz Abdullah Ocalan li ser jiyanê bi sê awayên cuda dabeş kiriye.
Ya yekem di warê neteweyî, ya duyem kesayet û çînayetî, ya siyemîn jî fikirîna li ser zayend û jinê ye.
Ji ber ku her tim piştgirî daye jinên ku ji mêran ne kêmtirin.”



