Li gorî rayedaran, li naverast û rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di encama bahozên dijwar de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di rojên dawîn de li herêmên ji Arkansas heta Ohioyê ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bahoz û lehî rabûn.
Di encamê de zirarên mezin çêbûn.
Hate zanîn ku li aliyê rojavayê eyaleta Tennessee ku herî zêde ji şert û mercên hewayî bi bandor bûye, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha hate diyarkirin ku ji ber lehiyan li Missouriyê 2 û li Kentuckyê 2 kes û li Arkansas, Indiana û Mississippiyê jî 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî AFP’ê, gelek avahî ji ber bahozê hilweşiyan.
Çavdêriya Neteweyî ya Hewa hişyarî da ku “metirsî hene ku li beşên başûr û rojhilat û herêma peravê baranên dijwar bibarin û bibin sedema lehiyan.”



